YJC: Em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala jina azad
- 21:05 18 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li Şengalê bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşek girseyî hat lidarxistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ya yên Şengalê bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê meşek girseyî li darxist. Meş li Sinûnê destpêkir, li qada Mam Zekî bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Bijî Serok Apo’ hatin qêrîn, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên hatine qetilkirin û tekoşerên jin, posterên bi nivîsên ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ û ‘ Li dijî Tundiya li ser Jin, Jin Jiyan Azadî’ hatin rakirin.
Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Dilnaz Şengalî ve hate xwendin.
Dilnaz Şingalî di destpêka daxuyaniyê de jinên şoreşger bibîranî û soza tekoşînê da û wiha got: “Dîroka 25 Mijdarê roja tekoşîn û berxwedanê ye. Em hemû şehîdên jin bibîrtînin ku li hember zilm û zorê li berxwe dane û em silavên xwe ji hemû jinên şoreşger re rêdikin. Şerê cîhanê yê sêyemîn birêve diçe qurbaniya vî şerî jî jin e. Jin di bin zext û zilmê de dimîne û tê qetilkirin. Bi taybetî jî jinên ciwan rastî êrîşan tên. Jina Êzidî rastî fermanekê hat ku bi destê çeteyên DAIŞ hate kirin. Bi hezaran jin hatin qetilkirin û qetilkirin. Bi hezaran jî di destê çeteyan de ne û çarenûsa wan ne diyare.”
‘Wê ev sedsal ya me be’
Dilnaz Şendalî da zanîn ku ewê sedsala 21’ê bikin sedsala hilweşîna desthilatdaran û wiha bi dawî kir: “Îro PDK’ê şerekî taybet li ser jinên ciwan dimeşîne. Hikumeta Iraqê jî bi biryarên xwe li dijî jinan disekine. Biryara ku zarokên keç bêne zewicandin dane. Li hemberî tecawiza ku tê kirin jin tekoşîn û berxwe didin. Xuşkên M îrabêl teslîm nebûn û emê jî tucarî teslîm nebin. Em ji kolanên Kurdistanê heta Îran û Efganis