Ji Baroya Amedê panela tundiya li ser jinan
- 18:33 18 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê bi wesîleya 25'ê Mijdarê panela "Tundiya li ser jinê û medya" li dar xist.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî panelek bi mijara "Tundiya li ser jinê û medya" organîze kir. Parêzerên Baroyê, Rêxistina Bajarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Amedê Sevilay Çelenk û gelek jin beşdarî panelê bûn. Di panelê de yek ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Cansel Talay moderatoriya panelê kir, endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Sevilay Çelenk û parêzer Semra Balyan der barê mijarê de agahî dan.
Cansel Talay got ku ew 25'ê Mijdarê weke hatina cem hev û hişyarkirinê dinirxîne.
'Tundî bi hemû aliyên xwe dewam dike'
Piştre Sevilay Çelenk axivî û diyar kir ku ev hevdîtin di çarçoveya 25'ê Mijdarê de pêk hatiye. Sevilay Çelenk got tundî bi hemû aliyên xwe dewam dike û weke dozên edlî yên rojane dewam dike.
'Di navbera şîdeta dîjîtal û şîdeta rastîn de ferq nîne'
Parêzer Semra Balyan jî bal kişand ser tundiya li derdorên rast û dîjîtal tên jiyîn. Semra Balyan got, "Dema ku em ferqa di navbera derdorên rast û dîjîtal de dinêrin, ev nayê wê wateyê ku êşa ku şîdeta dijîtal bi bedenî û ruhî bandorê li jinan dike, ji ya rastî kêmtir e."
Panel piştî axaftinan bi dawî bû.