Minîbusa ku rêwiyên wê kedkarên demsalî bûn qulipî

  • 10:36 23 Gulan 2018
  • Rojane
 
 
MANÎSA - Li Salîhliyê minîbusa ku  rêwiyên wê kedkarên demsalî bûn qulipî   û di encamê de 7 jê jin 12 kes birîdar bûn.
 
 Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê duh biroj  minîbusa ku rêwiyên wê kedkarên demsalî bûn ji rê derket û qulipî. Di qezaya ku pêk hat de, li  gel ajovan kesên di minîbusê de Murat Guler (24), Azîz Guler (27), Nazli Tan, Mazlum Demîr, Vedat Altiten, Semîh Karageçî (22) , Necla Elen (41)  Sedef Karageçî (18) û Gulmekke K. (12), Hasret E. (16)  û Umuhan S. (15) birîndar bûn.
 
Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê kedkarên ku birîndar bûn  bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. Hat aşkerakirin ku kesên tên dermankirin ku birîdarin xeteriya wan a jiyanê tune ye.