Minîbusa ku rêwiyên wê kedkarên demsalî bûn qulipî 2018-05-23 10:36:02       MANÎSA - Li Salîhliyê minîbusa ku  rêwiyên wê kedkarên demsalî bûn qulipî   û di encamê de 7 jê jin 12 kes birîdar bûn.    Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê duh biroj  minîbusa ku rêwiyên wê kedkarên demsalî bûn ji rê derket û qulipî. Di qezaya ku pêk hat de, li  gel ajovan kesên di minîbusê de Murat Guler (24), Azîz Guler (27), Nazli Tan, Mazlum Demîr, Vedat Altiten, Semîh Karageçî (22) , Necla Elen (41)  Sedef Karageçî (18) û Gulmekke K. (12), Hasret E. (16)  û Umuhan S. (15) birîndar bûn.   Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê kedkarên ku birîndar bûn  bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. Hat aşkerakirin ku kesên tên dermankirin ku birîdarin xeteriya wan a jiyanê tune ye.