Dê Suryanî di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê

  • 12:11 22 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Civakên Suryaniyan ên di bin banê Platforma Yekîtiya Neteweyî de hatin ba hev ragihandin ku ew ê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê. 
 
Civakên Suryaniyan ên di bin banê Platforma Yekîtiya Neteweyî de hatin ba hev ragihandin ku ew ê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê. Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê de hat kirin wiha hat gotin:”Em wekî Platforma Yekîtiya Neteweyî piştgiriyê didin namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattin Demirtaş.”
 
‘Divê em bi vîna xwe li namzetê xwe xwedî derkevin’
 
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Em ê wekî Platforma Yetîtiya Ewropayê di hilbijartinê de bi HDP’ê re tev bigerin. Loma em bang li hemû kesan dikin ku bi vîna xwe xwedî li namzetê xwe derkevin û biçin ser sindoqan.”