Dê Suryanî di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê 2018-05-22 12:11:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Civakên Suryaniyan ên di bin banê Platforma Yekîtiya Neteweyî de hatin ba hev ragihandin ku ew ê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê.    Civakên Suryaniyan ên di bin banê Platforma Yekîtiya Neteweyî de hatin ba hev ragihandin ku ew ê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP’ê. Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê de hat kirin wiha hat gotin:”Em wekî Platforma Yekîtiya Neteweyî piştgiriyê didin namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattin Demirtaş.”   ‘Divê em bi vîna xwe li namzetê xwe xwedî derkevin’   Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Em ê wekî Platforma Yetîtiya Ewropayê di hilbijartinê de bi HDP’ê re tev bigerin. Loma em bang li hemû kesan dikin ku bi vîna xwe xwedî li namzetê xwe derkevin û biçin ser sindoqan.”