Li Kastamonuyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin

  • 13:03 17 Gulan 2018
  • Rojane
KASTAMONU - Li navçeya Araçê mêrê bi navê Gencay G. îşkence li Pinar Çelik kir û ew qetil kir.
 
Mêrê bi navê Gencay G. yê ku li Gundê Yeşilovayê yê navçeya Araça Kastamonuyê dijî do bi şev îşkence li Pinar Çelik kir û ew qetil kir. Gencay G. di saetên serê sibehê de hat jandarmayê û teslîm bû. 
 
Cenazeyê Pinarê piştî lêkolîna dozger rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Araçê.