Li Kastamonuyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin 2018-05-17 13:03:48   KASTAMONU - Li navçeya Araçê mêrê bi navê Gencay G. îşkence li Pinar Çelik kir û ew qetil kir.   Mêrê bi navê Gencay G. yê ku li Gundê Yeşilovayê yê navçeya Araça Kastamonuyê dijî do bi şev îşkence li Pinar Çelik kir û ew qetil kir. Gencay G. di saetên serê sibehê de hat jandarmayê û teslîm bû.    Cenazeyê Pinarê piştî lêkolîna dozger rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Araçê.