Li Amed û li Wanê HDP'ê biroyên hilbijartinê vekirin

  • 18:53 13 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Peyasa Amedê û li Norşîna wanê biroyên hilbijartinê vekirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li amedê buroya 3'emîn a hilbijartinê li navçeya navenda Amedê ya Peyasê vekir. Di vekirina buroyê de bernamzedên HDP'ê, Daykên Aştiyê û gelelek nûnerên saziyên civakî û sivîl amade bûn.
 
Li Wanê buroya 2'yemîn hat vekirin
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  buroya xwe ya 2'emîn li navçeya wanê Norşînê vekir. Di vekirina ku li taxa seyrantepeyê hat kirin de parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan û rêxistinên HDP  û DBP'ê yên bajar û gelek nûnerên saziyên siyasî û sivîl amade bûn.
 
Vekirina buroyê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat kirin û vekirin bi govendê bi dawî bû.