Li Amed û li Wanê HDP'ê biroyên hilbijartinê vekirin 2018-05-13 18:53:32   AMED - HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Peyasa Amedê û li Norşîna wanê biroyên hilbijartinê vekirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li amedê buroya 3'emîn a hilbijartinê li navçeya navenda Amedê ya Peyasê vekir. Di vekirina buroyê de bernamzedên HDP'ê, Daykên Aştiyê û gelelek nûnerên saziyên civakî û sivîl amade bûn.   Li Wanê buroya 2'yemîn hat vekirin   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  buroya xwe ya 2'emîn li navçeya wanê Norşînê vekir. Di vekirina ku li taxa seyrantepeyê hat kirin de parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan û rêxistinên HDP  û DBP'ê yên bajar û gelek nûnerên saziyên siyasî û sivîl amade bûn.   Vekirina buroyê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat kirin û vekirin bi govendê bi dawî bû.