HDP çû serdana malbatên zarokên fetisîn

  • 15:33 11 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyên Şirnexê, çûn şîna malbatên ku 2 zarokên wan di çemê bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê de, fetisîn. 
 
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya herêmên Demokratî (DBP) ên bajar û navçeyên Şirnexê, çûn şîna malbatên zarokên xwe Egît Guler û Haci Sîrek ên di 9’ê Gulanê de di  Çemê Rîsor a bajaroka Dêrgulê ya  Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera HDP’ê  ya Şirnexê Aycan Îrmez û endamên partiyê bi malbatan re hevdîtin kirin û sersaxî xwestin.