HDP çû serdana malbatên zarokên fetisîn 2018-05-11 15:33:42   ŞIRNEX - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyên Şirnexê, çûn şîna malbatên ku 2 zarokên wan di çemê bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê de, fetisîn.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya herêmên Demokratî (DBP) ên bajar û navçeyên Şirnexê, çûn şîna malbatên zarokên xwe Egît Guler û Haci Sîrek ên di 9’ê Gulanê de di  Çemê Rîsor a bajaroka Dêrgulê ya  Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera HDP’ê  ya Şirnexê Aycan Îrmez û endamên partiyê bi malbatan re hevdîtin kirin û sersaxî xwestin.