Asiye Kolçak û kesên pê re derxistin edliyeyê
- 11:45 11 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Endama PM'a HDP'ê Asiye Kolçak û dayikên Aştiyê jî di nav de 7 kes derxistin edliyeyê.
Di encama serdegitinên malan ên 5'ê gulanê de ku navenda wan Stenbolê bû hatin kirin de endama PM'a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Asiye Kolçak û Dayikên Aştiyê jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. Ayten Ay a ku bi pitika xwe re li Dîlokê hat binçavkirin û anîn Stenbolê berî bi 2 rojan piştî îfaeya wê ya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Asiye Kolçak, Elîf Berk, Fatma Kaya, Canşah Çelîk, Zeynep Calihan, Zubeyde Akdag û D.O. jî îro sewkî edliyeya Çaglayanê hatin kirin.
Kesên di bin çavan de ji aliyê dozgeriyê ve girtina îfadeyên wan hat destpêkirin.