Asiye Kolçak û kesên pê re derxistin edliyeyê 2018-05-11 11:45:46   STENBOL - Endama PM'a HDP'ê Asiye Kolçak û dayikên Aştiyê jî di nav de 7 kes derxistin edliyeyê.   Di encama serdegitinên malan ên 5'ê gulanê de ku navenda wan Stenbolê bû hatin kirin de endama PM'a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Asiye Kolçak û Dayikên Aştiyê jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. Ayten Ay a ku bi pitika xwe re li Dîlokê hat binçavkirin û anîn Stenbolê berî bi 2 rojan piştî îfaeya wê ya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî  hat berdan.   Asiye Kolçak, Elîf Berk, Fatma Kaya, Canşah Çelîk, Zeynep Calihan, Zubeyde Akdag û D.O. jî îro sewkî edliyeya Çaglayanê hatin kirin.   Kesên di bin çavan de ji aliyê dozgeriyê ve girtina îfadeyên wan hat destpêkirin.