Jinên li Fransayê yên Kurd: Em dengê xwe nadin AKP'ê

  • 13:03 10 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Fransayê dijîn anîn ziman ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin Selahattin Demirtaş û gotin:"Em dengê xwe nadin AKP'ê."
 
Jinên Kurd ên li Fransayê yên karker û kedkar derbarê hilbijartinên di 24'ê Hezîranê de deklarasyon weşandin. Di deklarasyonê de hat gotin ku AKP'ê 16 salan pêkanîn û gotinên zayendperest, nîjadperest bi kar anîye û peyama ku dengên xwe nadin AKP'ê dan. 
 
Her wiha di deklerasyonê de hat gotin ku kesên muhalîf diavêjin girtîgehan û behsa pêkanîna qirkirina siyasî hat kirin. Di deklerasyonê de hat ragihandin ku divê hemû kes piştgiriyê bidin HDP'ê. 
 
Di deklarasyonê de ev bang hat kirin:
 
'Divê demildest rêvebirina partiya yekzilamî bê sekinandin. Ji bo ev bê sekinandin jî derbaskirina bendê ya HDP'ê girîng e. Loma em bang dikin ku hemû kes dengê xwe bidin HDP a ku jiyanek azad û azadiya jinê diparêze."