Jinên li Fransayê yên Kurd: Em dengê xwe nadin AKP'ê 2018-05-10 13:03:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Fransayê dijîn anîn ziman ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin Selahattin Demirtaş û gotin:"Em dengê xwe nadin AKP'ê."   Jinên Kurd ên li Fransayê yên karker û kedkar derbarê hilbijartinên di 24'ê Hezîranê de deklarasyon weşandin. Di deklarasyonê de hat gotin ku AKP'ê 16 salan pêkanîn û gotinên zayendperest, nîjadperest bi kar anîye û peyama ku dengên xwe nadin AKP'ê dan.    Her wiha di deklerasyonê de hat gotin ku kesên muhalîf diavêjin girtîgehan û behsa pêkanîna qirkirina siyasî hat kirin. Di deklerasyonê de hat ragihandin ku divê hemû kes piştgiriyê bidin HDP'ê.    Di deklarasyonê de ev bang hat kirin:   'Divê demildest rêvebirina partiya yekzilamî bê sekinandin. Ji bo ev bê sekinandin jî derbaskirina bendê ya HDP'ê girîng e. Loma em bang dikin ku hemû kes dengê xwe bidin HDP a ku jiyanek azad û azadiya jinê diparêze."