Pirtûkên MED-DER’ê hatin desteserkirin

  • 10:33 24 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Di serdegirtinên avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de gelek pirtûk hatin desteserkirin. Gelek perwerdekarên dersên kurdî yên MED-DER’ê jî hatin binçavkirin. 
 
Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Her wiha di heman kêliyê de polîsan avêt ser malên gelek xebatkarên MED-DER’ê jî. Operasyon ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvevirin. 
 
Hat zanîn ku polîsan deriyê avahiya MED-DER’ê ya li Semta Gazîlerê şikandiye û ketine hûndir. Nêzî sê çar saetan li hundir lêgerîn hat kirin. Polîsan; pirtûkên dersên kurdî, kovar, pirtûk û hard dîskên computerên saziyê desteser kirin. Hat zanîn ku di kêliya lêgerînê de tu parêzer li wir nebûye. Piştî lêgerînê kilîda deriyê MED-DER’ê hat guhertin û mifteyê dan keyayê taxê. 
  
Di çarçoveya lêpirsînê de der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye. Biryara “veşarî-nepeniyê” li ser dosyeyê heye û biryara 24 saetan a qedexeya hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re hat dayîn. Hat ragihandin ku lêpirsîn li ser gilîkirin ango îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ku heta îro derbarê bi sedan kes de îfade daye û şahidek veşarî yê din hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn ji sala 2022’yan ve hatiye destpêkirin. 
 
Navên xebatkar û perwredekarên MED-DER’ê yên hatine binçavkirin û heta niha hatine zanîn wiha ne: Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Cîhat Guneylî, Îlyas Gun, Bêrîtan Gurbet Orak, Mîne Karakaş, Ramazan Holat, Hebûn Yagmûr, Ayhan Karatekîn, Bêrîvan Duman, Mehmet Salîh Ongun, Rabia Karayil, Rêzan Aktulum (Hrant), Belkisa Suleymanoglû Bitkîn, Fatma Îgîn. 
  
Her wiha polîsan li Pirtûkxaneya Payîz a li semta Ofîsa Amedê jî gelek pirtûkan desteser kirin. Lêgerîna li Pirtûkxaneyê berdewam dike. 
  
Dîsa di çarçoveya lêpirsînê de rêvebera Jîn Art Huner a li Îzmîrê xebatên çand û hunerê dide meşandin Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn jî li mala xwe hat binçavkirin. Hat zanîn ku Bîtkîn birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîka (DBP) a Amedê Sultan Yaray, derbarê serdegirtinê de axivî û got: "Ev serdegirtin ji ber dijminatiyê pêk tê. Li avahiyê her tişt hatiye serûbinî kirin. Mamosteyên ziman û aktîvîstên komeleyê hatine binçavkirin. Em vê yekê şermezar dikin. Divê bê zanîn kurd tu carî serî natewînin. Zimanê me rûmeta me ye. Heta niha li tu derê zimanê kurdî wek fermî nehat qebûlkirin. Kurd li gorî derfetên xwe derbarê ziman de xebat didin meşandin û hewl didin ku zimanê xwe hîn bibin. Ji ber vê tên hedef girtin. Ev dijminatiya tê kirin nayê qebûlkirin."