Ji KBG’’ê meş û çalakiya girseyî: Narîn li ku ye?

  • 17:59 7 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL - KBG’ê der  barê Narîn Guran ya 17 roj in windaye meş û daxuyanî pêk anî û diyar kir ku wê destur nedin ku serê bûyerê bê girtin û wê ji bo Narînê têbikoşin.
 
Jin Bihevre Xurtin(KBG) ji bo Narîn Guran ya li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê di 21’ê tebaxê de winda bû çalakî pêk anîn. Jin li Îskeleya Emînonu heta îskeleya Karakoy   meşiyan û pankarta ‘Narîn Guran li ku derê ye’, ‘Çi bi Narînê hat’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘Em bêdeng namînin, serî natewînin’, ‘Ne malbatê zarokê biparêze’, ‘jin bi hev re xurtin’ berzkirin.
 
Polîsan beriya meşê hewl dan ku pêşî lê jinan bigirin ku pankartê venekin. Lê tevî hemû astengiyan meş pêk hat. KBG’ê li Îskeleya Kadikoyêdaxuyanî da. Lİ ser navê KBG’ê Serenay Vermedî daxuyanî xwend.
 
Serenayê da zanîn ku wê destur nedin ku serê  bûyerê bê girtin û wê bêdeng nemînin. Serenayê wiha anî ziman: “Piştî windabûna Narînê qedexeya weşanê anîn û mirov ji rastiyê dur xistin û wekê ku rêzefîlm didin temaşekirin nûçe hatin serwîskirin û tundiya mêr nehat dîtin. 17 roj di ser windabûna Narînê de derbas bûye. Apê Narînê û heman demê de keyayê  taxa Tavşantepe Salîm Guran hefteya borî ji gumanê ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin. Piştî vê biryara veşariyê anîn.  Wezîrê dadê der barê mijarê de got girtin ji bo tedbîrê ye. Lê der barê mijarê de tu tiştek negotin. Malbata pîroz ya ku AKP her tim ferz dike, îfadeyên li ser windabûnê yên bi naqok û hewldana girtina pêvajoyê, gumanbarê serekeye.”
 
‘Hevkarên vî sûcî kî ne?’
 
Serenayê wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê ku her der bi kamerayan dorpêçe Narîn winda ye. Hemû gund bêdenge. Hevkarên sûc kîne. Li pişt tifaqa mêr a li gund kijan desthilatdarî kîjan cemaet heye? Gelo ev tên lêkolînkirin. Hevkarên sûc kîne? Mixabin Narîn ne ya ewil e. Saziyên dewletê ji 2016’an de ye daneyan parve nakin.  Em ne malbatên ku tundî û îstîsmar lê tên jiyîn, em jiyaneke wekhev û azad, civakeke ku tundî û qetilkirin lê nayên jiyîn dixwazin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Tehemula me  ji windabûneke din re tuneye. Hewl tê dayîn serê bûyerê bê girtin. Lê em ê her roj bipirsin. Çi bi Narîn Guran hat? Ji bo gumanbar bên cezakirin, ji bo Narîna 8 salî bê dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.