Banga berdana girtiyên nexweş hat kirin

  • 16:22 7 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û li Stenbolê banga berdana Hasan Ruzgar, li Îzmîrê banga berdana Hatîce Yildiz û li Enqerê jî banga berdana Abdulkadîr Kuday hat kirin. 
 
Parêzvanên mafên mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê vê hefteyê jî çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Stenbol 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 650’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Gele kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên girtiyên nexweş hilgirtin. 
 
Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Ruzgar ê 55 salî ku 32 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye. 
 
Gelek nexweşiyên wî hene
 
Endama ÎHD’ê Meral Şahîn metna daxuyaniyê xwend û bi bîr xist ku Hasan Ruzgar di dema qetlîama 19’ê Kanûnê de tiliyên lingê wî yê rastê zirar dîtine û hatine jêkirin. Şahîn da zanîn ku nexweşî ango sendroma Wernicke-Korsakoff li Ruzgar peyda bûye û got: “Bronşîta kronîk, astim, KOAH, Hîpertansiyon, xerabûna rîmta dil, fitiqa pişt û stû, migren, prostat, bê xwînî, kirêçgirtina çongan, basûr, xerabûna gerandina xwînê pê re hene û ji ber van nexweşiyan rewşa wî giran e û bi alîkariya hevalê xwe dijî.”
 
Meral diyar kir ku malbata Hasan Ruzgar bo komeleya wan name şandine û fikara xwe ya derbarê rewşa girtî de anîne ziman û tevî serlêdanên sazî û dezgehan jî nayê berdan. Meral xwest Hasan Ruzgar û hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan. 
 
Îzmîr
 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya ji du hefteyan carek li dar dixe, di hefteya 295’emîn de li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz. 
 
Alî Aydin diyar kir ku Hatîce Yildiz 75 salî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê t3e ragirtin û tevî ku nexweş e jî dîsa girtî ye û ew bi alîkariya hevalên xwe qawîşê dikare xwe li ser pêya bigire. Alî da zanîn ku tevî hemû serlêdanên ji bo berdana wê jî nayê berdan û xwest tavilê were berdan. 
 
Enqere
 
 
Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 522’yemîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xistin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê hat lidarxistin û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gele kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsî tê ragirtin û ketiye haletê mirinê. 
 
Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Abdulkadîr Kuday û got ku di girtîgehê de gelek nexweşîn li Kuday peyda bûne û ew nikare xwe li ser linga jî bigire. Nuray anî ziman ku tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora berdana wî amade kiriye û parêzer ji bo berdanê serlêdan dikin jî li gel rewşa xwe ya giran jî nayê berdan û xwest Kuday tavilê were berdan.