Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê konferansa xwe ya 2’yem li dar xist

  • 16:13 7 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên beşdarî Konferansa Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bûn gotin ku jin di qada siyasî de xwedî roleke girîng in û diyar kirin ku bi keda jinan wê Sûriyeya demokratîk û wekhev were avakirin”
 
Bi armanca rêxistinkirina jinan û pêşxistina wan di qada siyasî de û ji bo ku jin bibin hêza çareserkirina aloziya Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşma "Têkoşîna me şoreşa jinan û avakirina Sûriyeya demokratîk e" konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist. Di konferansê de 200 delege ji  nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongra Star, Hêza Parastina Civakî -Jin, endamên Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Hesekê û endamên Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê beşdar bûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Emanî El-Xerbî tekez kir ku armanca partiyê yekitî û rêxistinkirina jinan e û wiha got: “Di aloziya Sûriyeyê de yên herî zêde zehmetî, êş, îşkence, koçberî û qetilkirinê dîtin jin in. Ruxmî wê jî jinan di warê siyasî, leşkerî, civakî û şoreşgerî de her qadê de cih girtin lewma ji aliyê desthildarî û dewleta Tirk ve bi taybetî hatin hedefgirtin. Em ji bîr nakin çawa Hevrîn Xelef hat hedefgirtin ji ber ku banga wekhevî û azadiyê dikir û di avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê de di vê dema hesas û dîrokî de xwedî kedeke bi nirx bû.”
 
Di konferansê de 17 endamên Meclisa Jinan a partiyê hatin hilbijartin, ji wan berdevka meclisê Muna El Dalî û cîgira wê Hind El Ebûd hatin diyarkirin.
 
‘Armanca me avakirina Sûriyeya demokratîk û wekhev e’
 
Cîgira Meclisa Giştî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zozan Şemo tekez kir ku armanc bi lidarxistina konferansê rêxistinkirina jinan û avakirina Sûriyeya demokrat û wekhev e û wiha axaftina xwe domand: “Lidarxistina konferansê di demek hesas de bi armanca ku em bikaribin yekitiya jinan û rêxistinkirina wan xurtir bikin pêk hat. Armanca me avakirina Sûriyeya demokratîk e. Partiya me bi keda jinên siyasetmedar şehîd Hevrîn Xelef hatiye avakirin. Her dem daxwaza wê ji bo Sûriyeyê hebû ku bikaribe Sûriyeya ku her kes bi taybetî jin azad bin were avakirin. Em jî rêhevalên wê ne em dev ji riya wê bernadin û em ê bi wê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tevbigerin û xwedî li nirxên şehîdan derkevin.”
 
Zozan Şemo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Ruxmî êrîş û zehmetiyên li ser bajarê Hesekê, em bi îsrar in xwe birêxistin bikin da ku bikaribin bibin bersiv ji van plan û êrîşan re.”
 
‘Jinên siyasetmedar xwedî li pêşeroja Sûriyeyê derdikevin’
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Hesekê Fatma El-Elî da zanîn ku armanc ji konferansê ew e bikaribin kar û xebatên xwe xurtir bikin û wiha anî ziman: “Di vê demê de hewceyî hebû ku em weke meclisa jinan, konferansa xwe li dar bixin da ku em bikaribin bêtir kar û xebatên xwe berfirehtir bikin. Niha li her bajarê wê konferans çêbibin û dawî wê kongreya giştî ya partiyê were çêkirin. Ji bo ku em bikaribin xwedî li pêşeroja Sûriyeyê derkevin gerek em di qada siyasî de xwe xurtir bikin.”
 
Encamnameya konferansê wiha ye:
 
-Dê di qada siyasî de dest bi hemleya pêşxistina jinan were kirin.
 
- Bi avakirina projeyên aborî destekdayîna jinan
 
-Stratejiyek nû ji kar û xebatên Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê were dayîn.
 
-Xurtkirina têkiliyan bi partiyên siyasî û rêxistina jinan re.
 
-Ji bo rê li ber pirsgirêkên civakî yên weke zewaca di temenê biçûk, pirzewacî û qetilkirina jinan were girtin dê dest bi perwerdeyan were kirin.