Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin

  • 15:53 7 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê winda bû, 18 roj in nayê dîtin. Xebatên lêgerînê yên Narîn berdewam dikin. 
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî a navçeya Baglar a Amedê winda bû û ji wê rojê de xebatên lêgerînê didomin. Duh li ser îxbareke hate kirin, xebatên lêgerîna Narînê ji aliyê Tîmên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Cendermeyan (JAK) ve li Çemê Egertûtmaz ê 5 kîlometreyan dûrî gundê ku Narîn lê winda bûye hatin domandin. Tevî lêkolînên ji aliyê JAK’ê ve di nava çem de hatin kirin jî rastî şopa Narînê nehatin. Xebatên lêgerîna Narînê berdewam dikin.