‘Nîjadperestî û netewperestî dikuje’

  • 09:04 7 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal û ji Koperatîfa Mayista Yaşam Buse Mîne, diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şer ji salên 90’î heta niha jinên kurd yên di encama şewitandina gundan de hatine koçberkirin û penaberên Sûriyeyê bi newekheviyê re tên rû hev û wiha hat gotin: “Têkoşîna me ji bo jinên kurd, penaberên jin, jinên bindeste. Ev peywir û berpirsyariya me ye. Ji ber nîjadperestî û netewperestî dikuje.”
 
Di encama polîtîkayên şer de ji salên 90’î heta niha li hember kurdan qirkirina çandî didome û bi taybet jî li hember jinan polîtîkayên taybet tên meşandin. Jinên Kurd yên ji ber zext û êrişê dewletê koçberên metropolên Tirkiyeyê bûn, li cihên bi cih bûn Jî zext, tundî û newekhevî lê hatin kirin. Her wiha penaberên jin jî wek jinên kurd pirsgirêkan dijîn. Li Tirkiyeyê penaber di her qada jiyanê de bi pirsgirêkan re tên rû hev.
 
Hevseorka Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandal û ji Koperatîfa Mayista Yaşam Buse Mîne derbarê zext û newekheviyên li hember jinên kurd, jin û zarokên penaber de ji JINNEWS’ê re axivî. 
 
Buse da zanîn ku bi jinê kurd yên salên 90’î de hatine koçberkirin û li Stenbol û Îzmîrê bi cih bûne re xebat dane destpêkirin û niha jî bi penaberên karker re xebatan dimeşînin û wiha anî ziman: “Li Stenbolê jinên kedkar diçin taxan û bi jinan re tên gel hev. Me faliyetên perwerde û piştevaniyê da destpêkirin. Dema em xebatên xwe yên ji bo penaberan dikin em dibêjin em ne xêr xwazin. Niha salek û nîve em li Tarlabaşi navbera penaberên kedkar de faliyetan dimeşînin. Em ji bo perwerdehiyê faliyetên piştevaniyê dimeşînin. Em van herduyan ji hev cuda nabînin. Ji ber kedkarên penaber, karkerên penaber li her derê cîhanê li Tirkiyeyê jî qedera wan hevpare. Qedera me hemûyan wekheve û em hemû wek heza kar a erzan tên dîtin. Pisgirêkên hemûyan wekhev in. Penaber bê qeyd tên xebitandin. Bê sîgorte tên xebitandin.”
 
‘Têkoşîn berpirsyariya me ye’
 
Buseyê daxuyakirin ku bi taybet jin du caran zext û binpêkirinê dijîn û wiha dirêjî dayê: “Zor û zehmetiyên ku jinên kurd û penaber dijîn hene. Kurd bi zimanê xwe perwerdê nabînin. Newekhevî li hember wan tê kirin. Em dixwazin jinên panber li her derê cîhanê têkoşîna hevpar bimeşînin. Ji ber vê em têkoşîna xwe bi jinên kedkar, penaber û bindest re dimeşînin. Mezinkirina vê piştevaniyê berpirsyariya me ye.”
 
 
‘Du car newekhevî li jinên kurd tê kirin’
 
Kamîle Kanbal jî destnîşan kir ku jinên kurd du car tên binpêkirin û newekheviyê dibînin û wiha pê de çû: “Di salên 90’î de jin û zarokên kurd pisgirêka ziman jiyan û koçber bûn. Li cihê bicih bûn jî di her qada civakê de wek welatiyên duyem hatin dîtin.Tevî 20 sal debas bûye jî hîna dema dibêjin em kurd in tên qetilkirin. Ji ber newekhevî, netewperestî û nîjadperestiyê tiştên ku zarok dijîn pir giranin. Penaber û koçber heman tiştî dijîn. Li kargeriyan zextan dibînin. Li kolanê li malê zextan dibînin. Em vê bi jin û zarokên Suriyeyê û Afgan re jî dibînin. Afgan û Sûriyeyî li tekstîlan dixebitin keda wan tên binpêkirin. Jin li gorî mêran heqdestekî kêm digirin. Zarok nikarin bixwînin.”
 
‘Nîjadperestî û netewperestî dikuje’
 
Kamîleyê di dawiya axaftina xwe de got binpêkirin, tundî û newekheviya ji salên 90’î destêkiriye heta niha didome û wiha dawî lê anî: “Dema xizanî, binpêkirin, newekhevî biqede wê koçberî biqede. Di vî alî de em her kesî vexwendiyê jiyaneke bi hev re dikin. Netewperestî û nîjadperestî dikuje. Jinên kurd tecrubeyek mezin di têkoşîna azadiyê de bidestxistin. Jinên kurd û Tirkiyeyê ji bo vê têdikoşin. Em bang li hemû kesî dikin ku bi jinên penaber re têkoşînê mezin bikin û bidin meşandin.”