Xwendekarên ji MED-DER’ê mezun bûn belgeyên xwe girtin

  • 18:34 6 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Xwendekarên ji qursa Kurmanckî ya MED-DER’ê mezun bûn, belgeyên xwe bi merasîmekê girtin.
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), belgeyên zarokên ku ji qursên Kurmancî, Kirmanckî û muzîkê mezûn bûn bi merasîmê dan. Zarok bi malbatên xwe tevli bernameyê  bûn. Zarokan stran gotin û malbatan jî bi zarokên xwe re gotin.
 
Zarokên mezun bûn belgeyên xwe girtin. Piştî belgeyan koma erbanê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derket ser dîkê. Stranên Kurdî hatin gotin û govend hat gerandin.