Di lêpirsîna Narîn Guran de mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin

  • 18:33 6 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Xebatên lêgerîna zaroka bi navê Narîn Guran ya ku 17 rojin windaye didomin. Mînakên nû yên DNA  yên ji wesayîta apê Narînê Salîm Guran hatibûn girtin bi DNA’ya ji cilên Narînê hatibûn girtin relihev hatin.
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî a navçeya Baglar a Amedê winda bû û ji wê rojê de xebatên lêgerînê didomin. Apê Narînê, Salîm Guran di 2’ê îlonê de hat binçavkirin û bi hinceta ku di wesayîta wî de DNA ya aydê Narînê hatiye dîtin ji sûcên ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin.
 
Mînakên nû yên DNA’yê hatin dîtin
 
Di çarçoveya lêpirsîna didome de hat hînbûn ku mînakên DNA’yê yên nû yên di wesayîta Salîm Guran de bi yên Narînê re lihev dike. Li gorî nûçeya Munzur Pressê di kultixa peşî ya wesayîtê ku şandibûn Laboratuvara Krîmînal a Cendermreyan a Wanê, mînakên DNA’yê yên nû hatine dîtin. Ev mînak bi cilên Narînê re lihev kirin.
Narîn 17 roje windaye û dder barê wê de tu şop nehat dîtin. Xebatên lêgerînê li gundê Egertutmaz didomin.