Ji Egîtîm Sen a Wanê daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê

  • 18:11 6 Îlon 2024
  • Rojane
WAN - Egîtîm Sena Wanê diyar kir ku bi sedhezaran zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar bimînin û xwest kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî ku bê dayîn li ber Aydin Perîhan AVM daxuyanî da. Perwerdekarên Komeleya Arsîsayê û endamên Egîtîm Senê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ziman nasnameya netewan e” dan vekirin. 
 
‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’
 
Hevserokê Egîtîm Sena Wanê Murat Atabay diyar kir ku li Tirkiyeyê her sal bi destpêkirina dibistanan re bi sed hezaran zarokên ku zimanê wan ne bi tirkî ye ji perwerdehiya zimanê zikmakî bêpar tên hiştin û ev rewş dike ku xwendekar neserkeftî bin. Murat wiha got: “Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî beşek ji mafên bingehîn ên mirovan e. Em daxwaz dikin ku xalên sînordar ên Destûra Bingehîn ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî bên guhertin. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine îmzekirin de hatiye mîsogerkirin. Divê rayedar li gorî peymanên ku îmze kirine tevbigerin û gavên pêwîst bavêjin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin. Bila zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê. Berî her tiştî pêwîste statûya kurdan hebe û ev statû bi qanûn û destûra bingehîn were parastin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Ziman, jiyan, azadî” û belavkirina belavokên bi nivîsa “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” bi dawî bû.