Li Egeyê ji bo aştiyê peyama têkoşînê

  • 20:54 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Egeyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi hezaran kes daketin qadan.
 
Li Herêma Egeyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi hezaran kes daketin qadan.
 
Îzmir
 
Bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Cumhuriyetê bi beşdariya bi sedan welatiyan pêk hat. Li vir pankartên “Şer na, aştî niha”, “Em li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” û Komeleya Cotmehê jî pankartên “Têkoşîna me. Ji bo aştiyê berdewam bike" hatin vekirin. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz metnek xwend û dirûşmên "Şer na, aştî niha", "Bijî xwişk û biratiya gelan", "Budçe ji bo kedkaran ne ji bo şer", "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Burcugul Çubuk, Îbrahîm Akîn jî beşdarî mîtîngê bûn.
 
Di vir de hat gotin berdêla êrişan gel didin û banga aştiyê hat kirin.
 
Mîting bi gotina stranan qediya.
 
Denizli
 
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Denîzliyêdaxuyaniya çapemeniyê li Parka Candogan hat lidarxistin. Di daxuyaniya çapemeniyê de pankartên bi nivîsa "Ger çiya, gel û mirin jî westiyan, niha helbesta herî xweş aştî ye", "Bijî aştî bijî aştî", "Ji şer re na, aştî niha", "Bijî xwişk û biratiya gelan", "Jin jiyan azadî", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin vekirin. Li ser navê platformê ji rêveberiya Şaxa Egîtîm Senê ya Denîzliyê Esma Aydin, metna çapemeniyê xwend.
 
Di metna çapemeniyê de bal kişandin ser polîtîkayên neçareseriyê yê di meseleya kurd de û hat gotin wê têkoşîna ji bo aştiyê dewam bike.
 
Daxuyanî bi dirûşman qediya.
 
Manisa
 
Welatî bi pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Magnolyayê hatin cem hev. Di daxuyaniya çapemeniyê de pankartên "Ji şer re na, aştî niha", "Bijî xwişk û biratî", "Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî, laîk, ked û aştiyê li dijî emperyalîzm, xizanî û polîtîkayên şer bilind bikin" hatin vekekirin dirûşmên  “Jin jiyan azadî”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin qîrîn. Li ser navê platformê Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Manîsayê Mehmet Ramazan metna çapemeniyê xwend.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan qediya.
 
Mugla
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Bodrumê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Şaredariya Bodrumê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo aştiya civakî jiyanek wekhev, azad" hat hilgirtin. Di çalakiyê de Hevserokê Navçeya Bodrûmê ya DEM Partiyê Hulûsî Bayar mafê axaftinê girt û dirûşmên “Bijî wekheviya mafan”, “Şer na, aştî niha”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Jin jiyan azadî” hate vekirin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan qediya.