Li Wanê bi hezaran azadiya Abdullah Ocalan qêriyan

  • 19:45 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN- Li Wanê bi hezaran kesên tevli mitînga 1’ê Îlonê bûne bertek nîşanî polîtîkayên “şer, dagirkerî û tecrîdê” dan.   Dayika Aştiyê Zekiye Kaya di mîtînga aştiyê de axivî û got: “Aştî wekheviye. Em bang li hemû dewletan dikin. Bila kes ji aştiyê netirse. Bila her kes destê aştiyê bigire. Heta aştî neyê tiştek çareser nabe. Bila mirin rawestin.”
 
Rêxistinên Ked û Demokrasiyê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qadan e. Li Wanê mitînga 1’ê Îlonê tê lidarxistin. Navnîşana mitînga ku bi dirûşma “Li dijî şer û dagirkeriyê aştî, li dijî tecrîdê em berxwedanê biqîrin” Parka Aştiyê ya Mûsa Anter e. Ketina qadê dest pê kir. Jinan li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê zincîra ji mirovan pêk anî û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Di mitînga ku jin û ciwan bi awayekî zêde tevlibûn de qûrnefîlên spî li dayikan hate belavkirin. Ji qadê her tim dirûşmeyên “Bijî aştî, bimire koletî” û “Bê serok jiyan nabe” hate berzkirin.
 
Li qada ku mitîng lê hate lidarxistin dowîzên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve”, “Ji qirkirina jinê re na”, “ Ne ji şer re ji gel re budçe” , “Ji şer re na” , “Li dijî mirinê jiyan” û “Ji tecrîdê re na” hatin hilgirtin. 
 
‘Em ê parastina  aştiyê bidomînin’
 
Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Rojbîn Bor axivî. Rojbînê, xwest ku mitîng bibe wesîleya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî wiha got: “AKP’ê zextê li hemû mûxalefeta civakî dike û siyaseta wê ya şer a di pirsgirêka kurd de welat xistiye nava krîzekê. Kesên li dijî vê yekê derdikevin jî weke xayîn tên îlankirin. Ji ber şerê li welat heye, li welat tiştek di rê de naçe. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê parastina aştiyê bidomînin. Heta ku aştî neyê ser vê axê tu pirsgirêk çareser nabin. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêkên li welat nayên çareserkirin. Em ê li dijî faşîzmê bi rûhê berxwedanê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Divê tecrîd bê rakirin’
 
Hevserokê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî jî wiha got: “Li Rojhilata Navîn şer berdewam dikin. Qasî ku em dibêjin biratî û azadî, ew kuştinê didomînin. Em ji vir careke din dibêjin êdî bes e. Divê bilezgînî destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin bê girtin. Divê polîtîkaya tecrîdê rabe. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û maseya aştiyê bê danîn.”
 
Di vê navberê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
 
‘Yekane daxwaza me aştiye’ 
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî ev tişt gotin: “Em dizanin ku aştî nêz e. Aştî, azadî û xwişk û biratiya gelan e. Em weke dayikan bang dikin; bila kes ji aştiyê netirse. Heta ku aştî neyê li vî welatî tiştek nayê çareserkirin. Em ji kuştin, komkujiyan û qirkirina jinan re dibêjin êdî bes e. Ji bilî aştiyê daxwazeke me nîne.”
 
‘Aştî yekane tişta ku mirovan xelas dike ye’
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî ev tişt gotin: “Li dijî polîtîkayên şer ên emperyalîst bijî xwişk û biratiya gelan. Li vê cîhanê êdî mirinên mirovan weke îstatîstikekê tên dîtin. Peywîra ku dikeve ser milê me gelan piştevanî û israra di aştiyê de ye. Yekane tişta ku mirovahiya me xelas bike aştî ye. Desthilat bi zext û tayînkirinên qeyûman dîsa tê rojevê. Em vê polîtîkayê şermezar dikin. Tirkiye di mijara azadiyê de di nava 10 welatên herî xerab a cîhanê de ye. Ev tabloye jî têra heye ku welat di çi rewşê de ye. Em ji kesên ku hewl didin me bêdeng bikin re dibêjin; em natirsin û qet bi paş ve gavê jî naavêjin. Tişta ku weke nan û av û hewa pêdiviya me pê heye aştî ye. Em ê parastina aştiyê têkoşîna ji bo vê bidomînin. Em careke din kesên ku li ser erdnîgariya me xwînê dirijînin û anîna asta ku mirov nikare lê bijî şermezar dikin.”