Di 1'ê Îlonê de qad tije bûn: Wê jin aştiyê şîn bikin

  • 19:04 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daketin qadan, bal kişandin ser biryardariya xwe ya ji bo parastina aştiyê li dijî şer, Platforma Jinan a Enqereyê jî bal kişand ser vê yekê û got, "Yên ku difikirin ku hêza me lewaz bûne, divê bizanibin ku em jin wê her tim azadî û aştiyê geş bikin."
 
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jin û gel li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daketin qadan û daxwaza xwe ya aştiyê qîriyan.
 
Enqere
 
Girseya ku li ser banga Platforma Jinan a Enqereyê û Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kolana Yukselê kom bûn, heta Kolana Sakaryayê meşiyan û li vir daxuyanî dan. Girseya ku di nav de endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî hebûn bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.
 
Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Serokê Şaxa Hejmara 1'ê ya Egîtîm Sen'ê ya Enqereyê Mehmet Aydogdu metna Tirkî û Hevseroka Komeleya Zimanê Ankayê Emîne Oguz jî metna Kurdî xwend.
 
Di metna daxuyaniyê de daxwaza aştiyeke mayinde û bidawîkirina şer hat kirin.
 
'Bila daxwaza aştiyê we netirsîne'
 
Piştî daxuyaniyê Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulakû axivî, kesên ji bo aştiyê di girtîgehan de têdikoşin silav kir û got, “Her kesên ji bo aştiyê têdikoşin parçeyek ji vê têkoşînê ye. Em ê hemû weke parêzvanên aştiyê li ser vê rêyê bimeşin. Ez ji vir bang dikim, bila daxwaza aştiyê we ewqas netirsîne, hûn bixwazin nexwazin heta aştî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Agirî
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Agirî ji ber Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Agirî heta ber Şaxa PTT’ê ya li Kolana Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de ku Parlamenterê Agirî yê DEM Partiyê Heval Bozdag û gelek kes amade bûn, dirûşmên “Bijî aşitî” û “Ji şer re na, aştî niha” hatin berzkirin û pankarta “Mafê aştiyê mafê mirovan e” hate vekirin. Yek ji rêveberên Şaxa Agiriyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Vûral Kaya ku li vir daxuyanî da  diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafan ên giran şer dewam dike Vural got, "Di şerê 40 sal in dewam dike de mafên herî bingehîn ên mirovan, bi taybetî jî mafê jiyanê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin."
 
Colemêrg
 
Li navenda bajarê Colemêrgê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ber avahiya Rêxistina bajarê Colemêrgê ya DEM Partiyê daxuyaniyek dan. Beriya daxuyaniyê bi beşdariya gelek kesan û her wiha Şaredar Viyan Tekçe ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, stranên aştiyê hatin gotin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê navçeya Colemêrgê Kadîr Şahîn, tevli daxuyaniya ku pankarta "Li dijî şer aştî û li dijî tecrîdê azadî biqîre" lê bi Kurdî û Tirkî hat vekirin bû. Kadir axivî û destnîşan kir ku divê dev ji înkarkirina pirsgirêka Kurd bê berdan. Kadir got, “Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, bi dawî bibe û destûr bê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Divê hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan serbest bên berdan."