Li Sîlopiyê meşa 1’ê îlonê: Muxatab Birêz Ocalan e

  • 18:34 1 Îlon 2024
  • Rojane
ŞIRNEX- Dayika Aştiyê Melîha Atak piştî meşa li Sîlopiyê pêk hat de axivî, balkişand ser encamên şer û peyama ‘em ê tenê bêjin aştî’ da.
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê li taxa Kizir bi pêşengiya Partiyên Demokratîk yên Herêmê (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş pêk hat. Heserokê giştî yê DBP’ê, Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partî yên Şirnex, Mêrdîn û Sêrtê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Şatiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê û bi hezaran welatî tevli bernameyê bûn û piştî vê  jî berbi Deriyê Sînor yê Xaburê meş pêk hat.
 
Pankarta ‘Li hemberî şer aşitî, li hemberî tecrîdê tekoşîn, li hemberî dagirkeriyê berxwedan’ hat vekirin û dovîzên ‘Bimre îxanet bijî Kurdistan’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Tekoşîna jinê li her derê ye’ hatin hildan û bê navber dirûşmeyên ‘Bimre îxanet bijî Kurdistan’, ‘ji tecrîdê re divê hema aştî pêk bê’ hatin berzkirin.
 
‘Heta deriyê zindanan venebe aştî jî ne pêkane’
 
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Melîha Atak piştî meşê axivî. Melîhayê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got: “Bila êdî şer raweste. Dayik negirîn. Bila rojnameger şehîd nekevin. Ez bang li her çar alî Kurdistanê dikim. Bila komkujî rawestin. Ez komkujiya şermezar dikim. Ji îxanetê re êdî bes e. Bila dengê aştiyê bilind bibe. Em dixwazin dengê Îmraliyê bibîhizin. Bila dengê aştiyê bilind bibe. Bi mirinê mirov naqedin. Ji bo vê em ê  bêjin aştî.”
 
‘Em aştiyê diqîrin’
 
Melîhayê wiha dirêjî dayê: “Dayikên laçik spî her tim aştiyê dixwazin. Ez dayikan bi rêzdarî silav dikim. Bila Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kurdan pîroz be. Em li Botanê roj aştyê bi dayik û ciwanên xwe re ne. Li her derê Tirkiye û Kurdistanê ji bo aştiyek bi rûmet çalakî hene. Wateyek cuda ya hatina me ya Sîlopiyê heye. Bi hezaran dayik aştî û azadiyê diqîrin.”
 
‘Muxatab Birêz Ocalan e’
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Baydir jî piştre axivî û da zanîn ku aştî û çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane û got: “Ev desthilatdarî wê şer û tecrîdê negihêje armanca xwe. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe muxatab nîşan dide. Muxatab Birêz Ocalane. Li Kurdistanê AKP û MHP şer dimeşîne. Li Kurdistana Federal şerekî mezin tê meşandin. Bi salane didome. Roj bi roj zêde dibe. Hevkarên vî şerî hene.  Hevkar PDK ye. Bi vê hevkariyê bi sedan lehengên gelê Kurd hatin qetilkirin. Herî dawî li Silêmaniyê du rojnamegerên jin hatin qetilkirin.Kurdên bi rumet tên qetilkirin. Em ji Sîlopiyê bang dikin. Em vê hevkarî û îxanetê qebûl nakin.”