Gel bi daxwaza aştiyê li qadan e

  • 16:57 1 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxwaza aştiyê ya ji herêman zêde dibe.
 
Îsal jî bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku di bin siya şeran de tê pêşwazîkirin, gel herikîn qadan. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê û her wiha li çar aliyê cîhanê xwepêşandan tên lidarxistin. Li Amed, Wan, Şirnexê din bi mihrîcan, meş û mîtîngan daxwaza aştiyê bilind dibe.
 
Şirnex
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê li taxa Kizir bi pêşengiya Partiyên Demokratîk yên Herêmê (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş pêk hat. Heserokê giştî yê DBP’ê, Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partî yên Şirnex, Mêrdîn û Sêrtê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Şatiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê û bi hezaran welatî tevli bernameyê bûn û piştî vê  jî berbi Deriyê Sînor yê Xaburê meş pêk hat.
 
Pankarta ‘Li hemberî şer aşitî, li hemberî tecrîdê tekoşîn, li hemberî dagirkeriyê berxwedan’ hat vekirin û dovîzên ‘Bimre îxanet bijî Kurdistan’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Tekoşîna jinê li her derê ye’ hatin hildan û bê navber dirûşmeyên ‘Bimre îxanet bijî Kurdistan’, ‘ji tecrîdê re divê hema aştî pêk bê’ hatin berzkirin.
 
Wan
 
Li Wanê bi boneya 1'ê Îlonê bi dirûşma “Li dijî şer û dagirkeriyê aştî, li dijî tecrîdê em berxwedanê biqîrin”mitîng bi kortejên meşê destpê kir.
 
Jinên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi bi pêşengiya DEM partî ya Wanê derbasî meşê bûn, dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. Sendîka û rêxistinên civaka sivîl bi al û flamayan berbi qada mîtîngê meş pêk anîn.
 
Amed
 
Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê meş hat lidarxistin.
 
Li Amedê di pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meş hat lidarxistin. Hêzên Ked û Demokrasiyê  li ber AZC Plaza ya li ber Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê hatin bahev. Ji bilî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar gelek kes beşdarî meşê bûn. Meşa ku dirûşma “Bijî aştî” tê berzkirin dest pê kir û heta qada Şêx Seîd bidawî bû.