Rojnamevan li Dîlokê hatin bîranîn

  • 15:56 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
DÎLOK - Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, li Dîlokê hatin bîranîn. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî ) ya Dîlokê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di êrîşa 23’ê Tebaxê de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. Di bîranîna ku gelek kes lê amade bûn de, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hacer Ayhan axivî û diyar kir ku êrîş êrîşeke bi zanebûn û rêxistinî ye. 
 
'Dixwazin sûcên şer veşêrin'
 
Hacer, anî ziman ku rojnameger ji ber tiştên li herêmê diqewimin eşkere dikin hedef tên girtin û got, “Bi hedefgirtina rojnamegerên jin dixwazin sûcên şer ên li herêmê tên kirin veşêrin. Armanca vê êrîşê kûrkirina polîtîkayên dagirkirin û pêşîgirtina li bertekên navneteweyî yên li hemberî van polîtîkayan e. 
 
'Em dizanin li pişt êrîşan çi heye'
 
Parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî got, “Tifaqa qirêj a li dijî gelê Kurd li herêmê bi her êrîşeke nû bi taybetî rojnameger û jinên rojnameger dike hedef. Bi vê yekê re komkujiyeke nû li komkujiyên xwe zêde dike. Em dizanin li pişt êrîşên li ser rojnamevanên Kurd çi heye."  Sevda anî ziman ku ew ê li dijî her hewldana bêdengkirina rojnamevanên Kurd derkevin.,