Li Colemêrgê banga 'Bila dawî li şer bê'

  • 15:17 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Hêzên Ked û Demokrasiyê li Colemêrgê bi daxuyaniyekê bang li hemû aktor, dînamîkên civakî û siyasî kir ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd rewşeke bê pevçûn pêk bînin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li kolana hunerê ya Geverê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Girseya gel beriya daxuyaniyê li hev civiya û bi qîrîna dirûşma "Bijî Aşitî" ber bi kolana hunerê ve meşiya. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçeya Geverê, Dayikên Aştiyê û Hevşaredarên Geverê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hat xwendin.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îro; Roja Aşitiya Cîhanê Yekê Îlonê ye.
 
Armanca sereke ya mirovahiyê; jiyanek di nava ewlehiyê de, ji dûrî tirsê û bi rûmet jiyîn e. Cîhanek ku şer di nav de tune û di nava aşitiyê de jiyan kirin mafê mirovahiyê, yê herî bingehîn û sereke ye.
 
Peywir û armanca sereke ya sazî û rexistinên Neteweyên Yêkbûyî ew e ku; li gorî hevpeyman û belgeyên sereke yên saziya civakên navnetewî; pêkanîna  aşitî û ewlehiyê di nava civakan de avakirin e. Lê belê li ber çavên cîhanê, gelek cih û deveran şer û pevçûn, tûndîtî û rûxandin, bi hemî bêrihmiya xwe ve berdewam dike. Tenê ev di 10 mehên dawî de êrîşên li ser Filîstînê, bû sedema windahiya jiyana 40 hezar mirovan. Di van êrîşên hovane de carek dî herî zêde Jin û Zarok bi bandor bûn.
 
Li gorî hemî neyîniyên heyî carek dî jî em dê ji bo hemî cîhanê, bi awayek bergirî li hemberî şer, mafê xwe yê aşitiyane biparêzin.
 Em wekî civakek ku zêde li rastî êş û elemên rûxandina şer, pevçûn û tundiya hatî, hewcedari û wateya aşitiyê baş dizanin. Pêvajoya ku salên borî de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a demokratîk hatibû destpêkirin ji aliyê civakê ve rastî piştgiriyek mezin hatibû. Lê mixabin li gorî daxwaz û hêviya gel encam negirt. Rexmê ew pevçûnên ji nû ve destpêkirî, operasyon û bûyerên tundî, di hemî pêkhateyên di nava civakê de helwesta aşitî, diyalog û gûftogoyê esas hatiye girtin û bendewariya pêvajoya aşitîyê hêj jî bi awayekî zindî û bi hêvîyekî xurt hebûna xwe didomîne.
 Her wiha di meha Reşemehê de li Amedê nûnerên rêxistinên karsaz û pîşekaran, saziyên civakî yên li herêma me hatine cem hev û nîqaşa ji nû ve çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye kirin û di vê mijarê de encamên hevterîn yên li gor bendewariyên civakî de derketine pêş. Hate çespandin ku qeyrana aborî ya ku tê jiyîn û tengezerîbûna mijara pêşveçûna demokratîk a di welêt de, rasterast li gel polîtîkayên ewlekarîkirî û bergirîya neçareserkirina pirsgirêka Kurd re eleqeder e û bi vê re girêdayî pêdiviya agirbesta çekan û avabûna vîna çareserkirinek nû, bendên ku li hemberî rol û mîsyonên aktoran bêne rakirin û di mijarek wiha, ya ku herî girîng tê zanîn bi taybetî bangawaziya rikandina berpirsyariyê ya çareserkirinê ji TBMM’ê hate kirin.
 
Bi zêdehî hatiye ceribandin û zanîn ku bergiriya polîtîkayên ewlekarîkirinê û operasyonên ewlehîkirî bû sedema domkirina tûndîtîya bi dehan salan û her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd zêdetir bû sedema ziyanek mezin ya bi hevre jiyan kirin û aşitiya civakî.
 Di van rojên dawî de di gelek bajaran de serdegirtina dawetan, li gel kilamên kurdî govend girtin wekî angaştkirina endamên rêxistinê hatiye dîtin û çend kes hatine girtin û cezakirin. Di konteksta çareserkirina pirsgirêka kurd, ne wekî pênasekirina mafekî civakî, siyasî û hevbeşî; berovajî van mafan, bi hişmendiya înkarkirina maf û azadiya takekesî, him îro him jî di paşerojê de çi qas xwe xapandiye careke dî berpêş kiriye.
 
Em wekî Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo Aşitiyek mayinde bê şert dibêjin Edî Bes e. Her wiha em dibêjin Aşitî divê bibe rojeva sereke ya Tirkiyê û ji ber wê çendê jî, ji bo ji nûve avakirin û nîqaşkirina pêvajoya Aşitîyê, li gel hemî berpirsyarên sazî, dezgeh û nûneran  re têkilî danandinê li hemberî civak û welêt wekî berpiryasyarî û peywirekî girîng dibînin.
 Di vê çarçoveyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ku bi rêyên aşitiyane û demokratîk were çareserkirin û di heman demê de ji bo avakirina navgînekî bêpevçûyîn were amadekirin bangawaziyê li hemû aliyan dikin û hemû aktorên civakî û siyasî vedixwînin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derbikevin."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşma “Bijî Aşitî” bi dawî bû.