Ev 12 roj in Narînê hîn nehatiye dîtin !

  • 15:15 1 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Lêgerîna Narîn a 8 salî ya li Taxa Çulî ya navçeya Rezanê hat windakirin berdewam dike, hêj zarok nehatiye dîtin.
 
Lêgerîna Narîn Guran a 8 salî ya ku 21'ê Tebaxê saet 13.00'an li Taxa Çulî ya navçeya Amed Rezanê piştî qursa Qur'anê careke din agahî jê nehat girtin, di roja 12'emîn de berdewam dike.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de birayê Narîn Guran E.G. (18) ji ber şopa gezê ya li milê wî hat binçavkirin. Di muayeneya li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê de nehate tespîtkirin ku şopa gezê ya Narînê ye yan na, ji ber vê yekê E.G. hat berdan. Lêpirsîn berdewam dikir, vê carê apê Narînê ku di heman demê de muxtarê taxê bû S.G. jî hat binçavkirin. Hate diyarkirin ku mînakên DNA’yê yên ji wesayîta S.G hatine girtin bi mînakên DNA’yê yên li ser cilên Narînê yek in. Karê lêpirsînê yê derbarê S.G de berdewam dikin.
 
Lêgerîna Narînê di roja 12'emîn de berdewam dike, perçeyên cil û bergên ku di nav zeviyê û ceh de hatin dîtin, wek delîl hatin girtin û ji bo lêkolînê şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.