'Bi êrîşan dixwazin erdnîgariyê bixin bin destên xwe'

  • 13:51 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratik (PYD), Hevseroka Qomîteya Têkilliyan Emîne Beyrem têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Emîne got:" Bi êrîşan dixwazin erdnîgariyê bixin bin destên xwe. Lê li dijî van êrişana em ê her li berxwe bidin."
 
Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratik (PYD), Hevseroka Qomîteya Têkilliyan Emîne Beyrem têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. 
 
'Em van êrişan şermezar dikin'
 
Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratik (PYD), Hevseroka Qomîteya Têkilliyan Emîne Beyrem wiha got:"Êrîşên dewleta tirk a dagirker bi ser herêmên me de hîna tên dewamkirin cara dawî jî jina bi navê Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman gihiştin asata şehadetê. Di encama hedefgirtina erebeya wan a ji aliyê balafirê bê mirov a dewleta tirk a dagirker, em sersaxî ji malbata her du pakrewanan re dixwazin û bi hêrs van êrîşan şermezar dikin."
 
'Bi êrîşan dixwazin erdnîgariyê bixin bin destên xwe'
 
Derbarê hedef û armanca dewleta tirk a ji van êrîşan wiha Emîneyê axaftina xwe da dewam kir:"Ev demeke ji kantona Efrîn-Şehba heya bi Dêrîk û çiyayên azad êrîşên dewleta tirk dewam dikin. Armanc dike bi van êrîşan aramiya di herêmê de ji holê rake dawî li van rêxistinbûyina ku tê meşandin bîne. Her wiha deriyên nû ji koçberiyê re veke da ku welatiyên resen ên li ser vê xakê dest ji axa xwe berdin her wiha ji erdîngariya ku terora herî xeternak di cîhanê de li ser têk çû bixin bin dagirkeriya xwe. Bi êrîşan dixwazin erdnîgariyê bixin bin destên xwe. Lê li dijî van êrişana em ê her li berxwe bidin."
 
Felsefeya jiyana azad û projeya netewa demokratîk 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Emîne diyar kir ku dewleta tirk yekser bi êrîşên xwe jinan dike hedef û wiha dom kir:"Dewleta tirk a dagirker her carê di êrîşên xwe de jinê dike hedef. Her wiha ji bo têkbirina vîna wê siyasetên dijwar û qirker dide meşandin. Jin bi felsefeya jiyana azad û projeya netewa demokratîk hebûna xwe îsbat dike lewma îro em dibînin di asta yekemîn de vîna jinê tê hedefgirtin lê belê tucar wê vîna jina azad neyê şikandin ji ber ku jin gihiştiye wê rastiya ku bi azadbûna jinê re civak tevde azad dibe. Bi gelemperî em wiha dikarin bêjin ku pêşketina jinan ji bo sîstema hegemon tê wateya xeteriyek mezin."
 
'Divê em xwedî li kurdiyetiya xwe derkevin'
 
Emîneyê wiha banga xwe ji tevahî jinan re kir û got:"Banga me ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn re heye ku bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha em vê felsefeyê ji xwe re bikin stûna avakirina jiyana azad di hema demê de em jî ji aliyê xwe ve her jinek ku îşkence li wan tê kirin bi vê felsefeyê wan bi rêxistin bikin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê sersaxî ji malbeta pakrewanan re xwest her wiha hedefgirtina her du endamên ragihandinê yên ku di êrîşên dewleta tirk ên li Silêmaniyê gihiştin asta şehadetê bi bîr anî û wiha diyar kir ku divê PDK bi siyasetên dewleta tirk neyê xapandin û dest ji qirêjiya xwe berdin û xwedî li kurdiyetiya xwe derkeve.