Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Berlînê didome

  • 13:30 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Aştî û Demokrasiyê ku li paytexta Elmanya Berlînê tê lidarxistin, bi panela bi sernavê "Qirkirina civakî, qirkirina jinê û qirkirina ekolojiyê" di roja duyemîn de dewam kir.
 
Di panela bi pêşkêşiya rojnamevan Ertûgrûl Mavî de, rojnamevan û aktîvîsta Jineolojiyê Elîf Kaya, Dr. Latîfe Akyuz û Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Necmettîn Turk işaret bi mijarên girîng kirin.
 
'Ev pêvajo bandora herî giran li jinên Kurd dike'
 
Elîf Kaya destpêkê axivî û bal kişand ser mijara qirkirina jinê. Elîf Kaya got, "Qirkirina jinê mijareke ku demeke dirêj e nehatiye pênasekirin û ji ber vê yekê jî jinedîtî ve hatiye. Bi taybetî ev pêvajo bandora herî giran li jinên Kurd dike."
 
Elîf Kaya ragihand ku polîtîkayên otorîter ên li Tirkiyeyê zexta li entelektûelan û jinan zêde kirine û bi dayina mînakên dîrokî nîşan da bê bedena jinê di şer de çawa weke amûrekê tê bikaranîn. Elîf Kaya got, "Bûyerên ku di sala 1938'an de li Dersimê qewimîn û sala 2015'an bi gerîla Ekîn Wan hate kirin, nîşan didin ku bedena jinê ji bo afirandina tirsê û kûrkirina hişê qirkirinê çawa tê bikaranîn."
 
Qirkirina çand û ekolojiyê 
 
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Necmettîn Turk jî anî ziman ku tinekirina ekosîstemê êrişek li ser hebûna çandî ya gelê Kurd e û got, "Polîtîkayên dewletên mêtinger ên li Kurdistanê yên ji bo tinekirina ekosîstemê, weke amûrek ji bo qirkirina çandî têne bikaranîn. Projeya GAP'ê û projeyên bendavan ne tenê xwezayê qir dike, her wiha êrîşek li ser çand û jiyana gel e."
 
Necmettîn destnîşan kir ku qirkirina ekolojîk divê weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û got, "Ev yek ne tenê hilweşîna hawirdorê, di ehman demê de veguheriye binpêkirineke mafên mirovan a ku avaniya civakî û çandî ya herêmê tine dike."
 
Tinekirina hişê civakî û çandî
 
Dr. Latîfe Akyuz jî bal kişand ser bandora koça entelektûel a ji Tirkiyeyê ya li ser civakê û got, "Polîtîkayên otorîter ên piştî sala 2016'an li Tirkiyeyê ketin meriyetê, gelek entelektûelên mîna akademîsyenên aştiyê neçar hiştin ku koç bikin. Ev rewş ne tenê koça şexsî ye, di heman demê de tê wateya tinekirina hişê civakî û çandî."
 
Latîfe diyar kir ku ev pêvajo weke 'qirkirina civakî' dikare bê pênasekirin û got, "Sirgûnkirina akademîsyen û entelektûelan ji bo tinekirina danheviya dîrokê û agahiya civakî ye."