Dayikên Aştiyê yên Helebê: Bila ev roj bibe destpêka aştiya cîhanî

  • 13:03 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
HELEB - Dayikên Aştiyê li Helebê bi boneya roja aştiya cîhanî  daxuyanî dan û banga pêkanîna aştiya cîhanî û azadiya Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan kir.
 
Dayikên Aştiyê yên bajarê Helebê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek li qada pakrewana a ku dikeve taxa Xerbî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Qomîteya Dayikên Aştiyê Ewaş Mihemed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îro roja Aştiyê ya Cîhanî ye. Li Sûriyeyê krîz, şer, karesat, hovîtî û siyasetên dewletên dagirker û faşîst berdewam dikin. Ev şer li dijî gel tê kirin û ev yek bê guman metirsiyên mezin li ser aştiyê çêdike.
 
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê, em dibêjin ku herêmên Rojhilata Navîn dergûşa şaristaniyê ye û roja aştiya cîhanî yekem a wan e.
Em wek Dayikên Aştiyê vê Roja Cîhanê li hemû cîhanê pîroz dikin û wek alîgirên aştî, azadî û demokrasiyê her cure zilm, kuştin û wêrankirina li ser vê erdnîgariyê şermezar dikin û bi bîr tînin. Em bang li cîhana azad û demokratîk dikin ku gotinek hevpar û diyalog hebe, ji bo negurkirina agirê nakokiyan a di nava hemû pêkhateyan de. Bila ev roj bibe destpêka aştiya cîhanî ya ku wekhevî, azadî û dadmendiya civakî pêk tîne. Her wiha azadiya rêbertî tê de misoger bibe."