Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir

  • 12:57 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di meha tebaxê de li rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin bidarvekirin. 
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî binpêkirinên mafan ên di navbera 1-31’ê tebaxê de li rojhilatê Kurdistanê rû dane, raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Reza Rasaeî yê 35 salî yê piştî berxwedana “Jin, jiyan, azadî” hatibû girtin jî di nav de rejîma Îranê di meha tebaxê de li bajarên rojhilatê Kurdistanê 14 kes bi dar ve kir.  
 
Komkujiyên jin û kolberan 
 
Di berdewamê de hat destnîşankirin ku jina bi navê Mobîna Zeynîvand a 18 salî di 26’ê tebaxê de li Eyaleta Îlamê ji hêla bavê xwe ve; jina bi navê Zeynîvand jî dema dixwest bi kesê jê hez dikir re bizewice hatiye qetilkirin. 
 
Di heman demê de hat gotin ku herî kêm 2 kolber hatine qetilkirin û 9 jî birîndar bûne. 
 
Girtin û binçavkirin
 
Di raporê de hat gotin ku oldar jî di nav de herî kêm 17 kes hatine girtin û dadgehê Îranê herî kêm li 5 kesan ji 6 meh, 8 sal û 10 meh cezayê hefsê biriye.