DBP: Pêdiviya cîhanê bi aştiyeke mayînde heye

  • 12:56 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - DBP'ê bi munasebeta 1'ê Îlonê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em ê hêviya xwe ya ku ji bo li cîhan, li Rojhilata Navîn û li welatê me aştiyeke mayînde pêk were û gelên bindest wekhev û azad bijîn, her tim biparêzin."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Pêdiviya cîhanê bi aştiyeke mayînde heye."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"
 
"Di 1’ê Îlona sala 1939’an de Naziyan Polonyayê dagir kir û bi vî awayî 2’mîn Şerê Cîhanê destpêkir. Piştî vê yekê şer, li gelek welatên Cîhanê belav bû û encamên wê jî bi qasî şer giran bûn ku îro jî bandorên wê didomin. Hêzên ku tevlî şer bûn, bi rastiya encamên şer ên qirêj û bixwîn rû bi rû man. Mîlyonan kesan jiyana xwe ji dest da, koçberî û xizantiyeke kûr destpêkir û ji bo gelê cîhanê pêvajoyeke nû destpêkir. Ji ber vê yekê jî roja destpêka şer “1'ê Îlonê” ji aliyê milyonan însanên ku li dijî şer in wek Roja Aşitiyê ya Cîhanê hat qebûlkirin û ji sala 1982’an vir jî bi armanca bal bikşînin li ser aştiyê û encamên şer cîhan dest bi pîrozkirina 1’ê Îlonê kir. Lê, ji wê rojê heta îro şer û pevçûn li ser rûyê dinê kêm nebûn. Nakokiya herî mezin ew e ku, hêz û dewletên ku qaşo “parêzvantiya aştiyê” dikin vê rojê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bikar tînin. Li aliyekî serkêşiya şerên li cîhanê dikin, li aliyê din qala girîngeya aştiyê dikin.
 
Rewşa Rojhilata Navîn û şerê Rusya û Ukraynayê mînakên vê yekê ne. Hêzên ku alîgirê vî şerî ne di heman demê de li devereke din ya cîhanê aşitiyê diparêzin. Beravajî vê yekê Tirkiye jî di vî şerî de wek “qasidê aşitiyê” tevdigere. Lê, bênavber di serî de Rojava êrişî xaka Kurdistanê dike û hewl dide qada xwe ya dagirkeriyê berfireh bike. Her wiha, îro Îsraîl jî li dijî gelê Filîstînê rêbazên şer ên ku nirxên mirovahiyê binpê dike bi kar tîne. Tirkiye jî qaşo li dijî vê yekê bertek nişan dide. Lê, heman rêbazan li dijî Rojava bi kar tîne. Ji bo Fîlîstînê “aştiyê” daxwaz dike, lê dema berê xwe dide Kurdistanê dibêje “şer û pevçûn…” Divê neyê jibîrkirin ku; berteka li dijî van rêbazên qirêj ên şer û berteka li dijî durûtiya van dewletan, berpirsyariya herî mirovî ye û parazvantiya aştiyê ye.
 
Ji mînakên dîrokî jî baş tê fêmkirin ku şer, rêbazeke pergala kapitalist û metîngeriyê ye. Ev pergala Netew-Dewlet û zilam bi her awayî jiyana gelan dîl digre û daxwaza aştiyê difetisîne. Ji ber vê yekê şer, tenê di nav dewletan de pêk nayê, di heman demê de rêbazeke şîdetê ye ku Netew-Dewlet li dijî civakê pêk tînin. Li dijî vê pergalê Rêzdar Ocalan wek alatarnatifekê paradigmaya Netewa-Demokratîk pêşxist û li ser bingeha vê paradîgmayê li Rojava jiyana wekhev a hevpar û azad a gelan hate avakirin û ev yek ji bo gelên bindest ên cîhanê jî bû hêviya azadî yê. Ji ber vê yekê ye ku îro li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke giran dimeşe. Ev tecrîd di heman demê de çareseriyên demokratîk
jî di bin tecrîdê de digre. Ji ber vê yekê em dibêjin ku; bi dîlgirtina Rêzdar Ocalan ve ya ku hedef tê girtin “daxwaza gelan a aştiyeke mayînde ye!”
 
Li gel vê heqîqetê em dibêjin;
 
Şer, kedxwarî ye ku gelek dewlet îro butçeyên xwe yên herî mezin ji bo çekan bikartînin! Şer, koçberî ye, şer xizantî ye! Her wiha şer, sedemeke gelek mezin e ku îro li gelek deverên cîhanê nexweşiyên giran hene û bi mîlyonan însan bi mirinê re rû bi rû mane.
 
Şer, penaberî ye ku mîlyonan penaber îro bi polîtîkayên asîmîlasyonê û êrîşên nijadperestî re rû bir û dimînin!
 
Şer şîna nîvcomayî ya aştixwaza ye! Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku hem rûmeta aşitiyê dizane, hem jî êş û jana rastiya şer jî... Gelê Kurd li dijî polîtîkayên şer heya niha her tim aştiyeke bi rûmet parast û ji bo vê yekê jî bi berdilên giran têkoşîna xwe heya vê astê domand.
 
Îro gelên Kurdistan û cîhanê car din 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di bin siya şeran de pêşwazî dikin. Mixabin, neyartiya li dijî aştiyê ya hêzên serdest ber bi 3’mîn Şerê Cîhanê ve diçe. Ji ber vê yekê jî pêdiviya cîhanê bi aştiyeke mayînde heye. Li dijî desthilatdarên yekperest ên ku hebûna xwe li ser şer ava dikin, em wek DBP dibêjin; em ê têkoşîna aştî, azadî û demokrasiye bi awayeke bi biryar bidomînin û hêviya jiyaneke wekhev a hevpar xûrt bikin. Em ê hêviya xwe ya ku ji bo li cîhan, li Rojhilata Navîn û li welatê me aştiyeke mayînde pêk were û gelên bindest wekhev û azad bijîn, her tim biparêzin. Bi hêviya serkeftina aştîxwazan 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Pîroz Be."