Çiyayê Bagokê hat bombekirin

  • 12:07 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Çoltarê Çiyayê Bagokê yê Nisêbînê ku di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de hatiye qedexekirin, bi balafirên şer hate bombebarankirin. 
 
Operasyona leşkerî ya duh li çoltarê Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Walîtiyê 8 gund û qadên çoltarê ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand. Piştî biryarê jî li herêmê liv û tevgereke zêde ya leşkerî çêbû. Serê sibehê saet derdora 05.30’an jî qada Xirbê Xelo yê li çoltarê Çiyayê Bagokê bi balafirên şer hate bombebarankirin. Piştre jî 3 herêm bi helîkopteran hatin hedefgirtin. 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî êrişa helîkopteran li herêmê dengê çekan bilind bû. Operasyon û liv û tevgera hewayî ya li herêmê didome.