Ji MKG'ê peyama 1'ê Îlonê

  • 11:26 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - MKG'ê bi munasebeta 1'ê Îlonê peyamek weşand. Di peyamê de hat gotin:" Di vê serdema ku tê xwestin çapemeniya azad bêdeng bimîne de em dixwazin dîsa parastina mafên mirovan û mafê aştiyê bînin zimên. Azadiya çapemeniyê ne tenê azadiya rojnamegeran e di heman demê de azadiya civakê ye jî."
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ser sîteya xwe peyamek parve kir. MKG'ê bi peyama xwe bal kişand ser şertên zor û zehmet ên ku jinên rojnameger di bin de dixebitin. 
 
Di dewamiya peyamê de wiha hat gotin:"
 
"Di roja me ya îro de hêzên navneteweyî yên kapîtalîzmê didomînin, ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn û herêmên dinê şer derdixin û ev şer dewam dike. Dîsa yên herî zêde di binê bandora vî şerî de dimînin jin û zarok in. Rojnamegerên ku binpêkirina mafên ji ber şer û pevçûnan diqewimin ji gel re radigihînin, wekî berê di roja me ya îro de jî bi zextên îktidaran rû bi rû dimînin. Di bin van şertên dijwar de bi taybet jinên rojnameger hewl didin berpirsiyara xwe ya pîşeyî bînin cih lê her tim jî ji ber zayenda xwe careke dinê zext li wan tê kirin. 
 
Jinên rojnameger ên ku li herêmên şer peywira xwe dikin tenê di nava pevçûnê de namînin di heman demê de li dijî zextên civakî û newekheviya zayendê jî têkoşînê dikin. Divê em rola krîtîk a çapemeniya azad a ji bo pêkanîna aştiyê, ji bîr nekin. Rojnameger rastiyan derdixin holê, aliyê xirabkirinê yê şer radixin pêş çavan û hewl didin daxwazên aştiyê yên civakan bi awayekî bi hêz bê îfadekirin. Lê belê dema jinên rojnameger van peywirên girîng tînin cih di bin gefxwarina tundiya fîzîkî û derûnî de xebatên xwe dimeşînin. 
 
Bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê em dixwazin dîsa bînin zimên ku em bi hempîşeyên xwe yên li herêmên şer, rojnamegeriya aştiyê dikin û em bi jinên rojnameger ên tevî şertên zor karê xwe dikin di nava piştevaniyê de ne. Di vê serdema ku tê xwestin çapemeniya azad bêdeng bimîne de em dixwazin dîsa parastina mafên mirovan û mafê aştiyê bînin zimên. Azadiya çapemeniyê ne tenê azadiya rojnamegeran e di heman demê de azadiya civakê ye jî."