Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 10:41 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Dê pênûsa we nekeve erdê” derket. 
 
Hejmara 79’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Dê pênûsa we nekeve erdê” derket. Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama bombebarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, di manşet kovarê de cih girtin. 
 
Nivîsên di hejmara nû de ev in: 
 
* Em ne “Terorîst” rojnameger in! / Nişmiye Guler
 
* Silav Ji Berxwedana Nazenîn a Gulê re! / Medya Doz 
 
* Yek hebû ew her hebû! / Semiha Alankuş
 
* Hewl didin sepana Islehkirina Şerqê pêk bînin / Çîgdem Kiliçgun Uçar 
 
* 1’ê Îlonê: Ji bilî şerê ji bo aştiyê tu rêyên me nînin! / Oya Açan
 
* Di pergala baviksalarî de hebûna me ya bi nasnameya jinê / Canan Kaya