1'ê Îlona 1895'an: Li Stenbolê rojnameya ji bo jinan dest bi weşanê kir

  • 09:01 1 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rojnameya ji bo jinan ku bi dorê Makbûle Leman, Nîgar Osman (Helbestkar Nîgar) Fatma Şadiye, Mustafa Asim, Faîk Alî, Talat Alî Gulîstan Îsmaîl sernivîskariya wê dikirin di 1895'an de hat weşandin. Rojnameya ku weşana wê heta 1908'an berdewam kir bi 612 hejmarên wê yên ku hatin weşandin re bû rojnameya herî demdirêj ku weşana xwe berdewam kir. 
 
Armanca rojnameyê ew bû ku jinan bike xwedî zanîn, berhemên jinên nivîskar û helbestkar biweşîne û bi raya giştî re parve bike.
 
Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1925: Aktivîsta mafên jinan a Emerîkayî, perwerdekar, siyasetmevan û nivîskar Arvonne S. Fraser li Emerîkayê ji dayik bû. 
 
2019: Pirtûka siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz (Sara) ku nivîsand a ji sê cîldan pêk dihat "Jiyana min her şer bû" ku wergerî ingilîzî hat kirin ji aliyê Weşanxaneya Pluto Press ve hat weşandin. 
 
2020: Ji aktivîstên li Erebistana Siûdiyê girtî Luceyn el-Hezlul dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
2021: Piştevaniya Jinê ya Kuresel a bi Jinên Efganî re li ser medyaya dîjîtal bi awayekî hevdemî çalakiya "Medyaya Civakî ya Kuresel" da destpêkirin. Di heman demê de banga azadiyê ya ji jinên Efganî hat kirin.