ROJEVA 01'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 1 Îlon 2024
  • Rojev
 
* Yek ji jinên ku di "Hevdîtina keda jinan" a bi pêşengiya Şaredariya Peyasê pêk hatiye, cihgirt Saîme Ateş Mesutoglu bû. Saîme da zanîn ku ji ber berhemên wê yên ku bi kedek mezin çêkiriye di standan de cih digire gelek kêfxweş e. BI DÎMEN 
 
*Wek tê zanîn gelek nûçeyên ‘Deqeya dawî’ yên derew ku çapemeniya alîgir serwîs dikin hene. Çapemeniya şer nabîne, sûc nîşan nade, rastiya berovajî dike. Rastiyeke ku çapemeniya alîgir jibîr dike heye. Ew jî hebûna çapemeniya azad e. MEDYA KRÎTÎK 
 
* Hevseroka SES'ê ya Mêrdînê Melîke Ayten a ku bertek nîşanî helwesta ebeya bi navê Y.A.  û E.A. yên ku  ji B.D. yê ku dê emeliyat biber re gotine, "Vala neaxive em te fam nakin, an tirkî biaxive û an jî neaxive" da got, "Bandora zîhinyeta faşîst dewam dike."
 
*Dr.Fatma Nur Ozdogan, diyar kir ku vîrusa çîçeka meymurê ji sewalan derbasî mirovan dibin û ji mirovan jî bi têkiliyê derbasî mirovan dibin. Fatmayê anî ziman ku aşî ji sedî 85 diparêze û got kesên guman dikin divê serî li saziyên tenduristiyê bidin.
Nexweşiya çîçeka meymunê (Monkeypox), dişibe nexweşiya çîçekê û bi semptomên wê dertên holê.  Pispora  Nexweşiyên Enfeksiyon û Mîkrobiyolojiya Klînîkê Fatna Nur Ozdogan der barê belavbûna nexewşiyê û rêbazên parastinê de agahî da.