Li Wanê stran ji bo xwezayê hatin gotin

  • 22:03 31 Tebax 2024
  • Rojane
WAN - Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve bi dirûşmeya ‘stranên me ji bo xwezayek xweşiktir’ konser pêk anîn. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi dirûşmeya ‘civaka hestiyar, Wan a pqaij’ seferberiya paqijiyê dabû destpêkirin û diçarçoveya vê kampanyayê de li Kent Meydani ya Artemîtê  konsereke ku Kolektîfa Rîtmên Azad û Hîvron derket ser dîkê hat dayîn. Konser bi dirûşmeya ‘stranên me ji bo xwezayek xweşiktire’ pêk hat. Hevşaredarên bajarê mezin yên Wanê Neslîha Şedal, Abdullah Zeydan, hevserokên DEM Partîya Wanê, Gulşen Kurt, Veysî Dîlekçî, hevserokên DBP’a Wanê Harun Okay, parlamenter û hevserokên navçeyan tevli bûn.
 
Neslîhan Şedal axivî û da zanîn ku wê bi gelê xwe re xwedî li bajarê xwe derkevin û got bi têkoşîna jin û ciwanan serkeftinek mezin hatiye bidestxistin.
 
Abdullah Zeydan jî axaftinek kir û bi lêv kir ku wan di 31’ê Adarê de serkeftinek mezin bidest xistine û serkeftinên mezin jî berpirsyariyan dixwaze. Abdullah got wê bi gel re bixebitin û  xebatên wan bidomin.
 
Piştî axaftinan Hîvron derkest ser dîkê. Piştî vê jî Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dîkê.