Ji bo 1’ê îlonê bang:Em li dijî tecrîdê ji bo aştiyê tên gel hev

  • 19:46 31 Tebax 2024
  • Rojane
ÎZMÎR- Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê, bi armanca banga ji bo daxuyaniya ku sibê li Qada Cumhuriyetê der barê 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê bê dayîn  li Sûka Kemeralti belavok belav kirin.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê  bi armanca banga ji bo daxuyaniya ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê wê sibê li Qada Cumhuriyetê der barê 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê  bide li Sûka Kemeralti belavok belav kirin. Parlamenterên DEM Partî yên Îzmîrê Burcugl Çubuk û Îbrahîm Akin û gelek kes tevli belavkirina belavokan bûn. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê sibê  saet di 18’an de li Qada Cumhuriyetê bin û gotin divê her ke li dijî şer û tecrîdê dengê xwe bilind bikin.