GOÇÎZDER: Dixwazin komeleya me bê bandor bihêlin

  • 19:46 31 Tebax 2024
  • Rojane
STENBOL- Der barê komeleya GOÇÎZDER’ê de biryara rawestandina hebÛna mal hat dayîn.  Goçîzderê da zanîn ku ev biryarek dijhiqûqî û siyasiye, bi armanca krîmînalîzekirinê ev tên kirin û wê encamekê jê negirin.
 
4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê der barê Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) de bi îdiaya ‘têkilî bi rêxistinê heye’ biryar rawestandina hebûna mal dayê.  Bi biryara ku îmzeya Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya û Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek lê ye  der barê 39 û 19 saziyan de biryar hat dayîn û ev di rojnameya fermî de hat weşandin.
 
GOÇÎZDER’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin di nav kesên biryar der barê wan de hatiye dayîn 4 heb ji GOÇÎZDER’ê ne û got tu aliyê vê yê hiqûqî tuneye.
 
Dixwazin komeleyê krîmînalîze bikin
 
Her wiha daxuyakirin ku bi biryara hatiye dayîn, tê xwestin ku GOÇÎZDER bê girtin û bê bandor bê hiştin. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin bê bandor bikin. Lê em dibêjin ku wê zextan nikarin encamekê bigirin. Em ê têkoşîn û xebata xwe bidomînin.”