Ji Meclîsa Jinan DEM Partiyê panela 1’ê Îlonê

  • 16:21 31 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê di çarçoveya 1'ê Îlonê de bi sernavê "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in. Em li dijî şer in" panelek li dar xist û bal kişandin ser tecrîdê. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi sernavê "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in. Em li dijî şer in" li avahiya Jîn Art Hunerê panelek li dar xist. Parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên jinan û gelek jin beşdarê panelê bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Akademîsyena Aştiyê Prof. Dr. Melek Goregenlî, ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin û Parêzer Ayşegul Karpuz Tor wek panelîst tevlî bûn. 
 
Halîde, axivî û diyar kir ku di jiyana azad û wekhev de bi israr in û wiha bi lêv kir: "Şerê li vî welatî ev sed sal in berdewam dike, înkara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Em tenê behsa şerekî sî û çil salî dikin. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve şerê gelan û yekemîn avakirina zîhniyeta netew-dewletê heye. Li dijî olên cuda şer heye. Heya ku hûn mirovên cihêreng asîmîle nekin hûn nikarin bi fîzîkî vê yekê bikin. Wateya çandî winda ye. Her cure polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdek heye û ev tecrîd belavî civakê bûye. Hewl didin ku fikr û ramanê Ocalan belav nebe. Ji bo aştiyê rêxistinbûn hewce dike. Ji ber vê yekê jî divê jin xwe birêxistin bikin."
 
Behiye, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aştiyê û da zanîn ku bi salan e Dayikên Aştiyê di pêk anîna aştiyê de israr dikin. 
 
Prof. Dr. Melek jî bal kişand ser bêedaletiyê û got: "Divê li dijî bêedaletiyê israra xwe bidomînin." Ayşegul, bal kişand ser pêvajoya nîqaşên aştiyê ya sala 2013'yan û rewşa vê demê. 
 
Piştî panelê muzîk hat guhdarkirin û dû re jî bername bi dawî bû.