Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' bû rojeva konferansa SNP'ê

  • 14:45 31 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Skoçyayî di konferansa asayî ya salane ya SNP'ê ya li Skoçyayê de eleqeyeke mezin nîşanî standa 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dan.
 
Konferansa Asayî ya Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP), li Salona Konferansê ya Navneteweyî ya Edînbûrghê pêk hat. Konferansa ku îsal di navbera 30’yê Tebaxê û 1'ê Îlonê de pêk tê, parlamenterên Skoçyayî, sendîkavan, rojnamevan, endamên meclîsê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl anîn cem hev.
 
Nûnerê Karên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê û Nûnertiya Kongra Star a Ewropa li ser navê pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane' wek mêhvan beşdarî konferansê bûn.
 
Kurdan têkildarî pêngavê li salonê standek ava kirin. Li gel parêznameya 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, broşur û belavokên li ser dîlgirtina 26 salan û tecrîda mutleq a ev 4 sal in tê pêkanîn, li standê cih girt. Akademîsyen, nivîskar, hunermend û endamên parlementoyê yên beşdarî konferansê bûn eleqeyek mezin nîşanî standa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
 
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd Turkan Bûdak, Nûnerê Têkiliyên Derve Egît Karataş, Nûnerê Kongra Star ê Ewropayê Rohash Şêxo û nûnerên Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê, Skoçyayî di standê de pêşwazîkirin. Nûnerên kurd, behsa pirsgirêka Kurd a dîrokî, paradîgmaya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêşxistiye û çawa bandor li Rojava, Rojhilata navîn û tevahiya cîhanê kiriye kirin. Her wiha di dîyaloqan de behsa girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd a ji bo aştiya Rojhilata Navîn hat kirin û têkildarê polîtîkayê dewleta Tirk a qirkirina nasname, ziman û çand agahî hatin dayîn.
 
Skoçyayên ku serdana standê kirin, behsa heyraniya xwe ya li hemberî bîrdoziya rizgariya jinê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin kirin.
 
Alîkara Serokwezîrtiya Skoçyayê Kate Forbes serdana standa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ kir û piştgiriya xwe nîşan da. Li vir nûnerên Kurdan parêznameya Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ diyarî Kate Forbes kirin. Kate Forbes kêfxweşiya xwe ya ji bo diyariyan anî ziman û di konferansê de cih girt.
 
Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya SNP'ê Chrîs Stephens ku serdana standê kir, diyar kir ku ji ber nûnerên gelê Kurd di konferansê de dibînin ew gelek kêfxweş bûne û anî ziman ku bi salan e li Brîtanyayê ji bo gelê Kurd di nava piştevaniyê de ne û got ku ew di gelek xebatên herêmî û netewî de bi hev re dixebitine.
 
Chrîs destnîşan kir ku têkoşîna Gelê Kurd rewa û mafdar e û bal kişand ser girîngiya Tevgera Azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan. Chrîs Stephens got ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê zêdetir bikevin nav hewldanan û têkoşînê bikin da ku Gelê Kurd bibe xwedî jiyaneke aram û ji bo ku wekîl û nûnerên partiya wî bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibin ew ê zêdetir bi berfirehî bixebitin.
 
Nûnerên jin ên Tevgera Ewropayê ku li dijî polîtîkayên Brexît ên Brîtanyayê têkoşîneke çalak pêk tînin jî li standê peyama hevgirtinê dan. Jinên Skoçyayî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Rojava di pêşengiya jinên Kurd de tê meşandin silav kirin û diyar kirin ku şoreşa jinê di wan de kelecaneke mezin afirandiye.