11 roj in ji Narîn Guran agahî nayên girtin

  • 14:17 31 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Ji zarok Narîn Guran a li navçeya Rezanê winda bûye 11 roj in tu agahî nayên girtin. Têkildarî windabûna Narînê, apê wê S.G. di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. 
 
Zaroka 8 salî ya bi navê Narîn Guran di 21’ê Tebaxê saet di 13.00’ê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê ji Qursa Qur’anê derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Xebatên ji bo dîtina Narînê hatine destpêkirin di roja 11’an de berdewam in. Di çarçoveya lêpirsînê de apê Narînê ku di heman demê de keyayê gundê Tavşantepeyê ye S.G. jî di saetên serê sibehê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku karûbarên îfadegirtinê yên S.G. hêj berdewam in. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye cendirmeyan duh S.G. biribûn qereqolê û piştî îfadeyê berdabûn.