Emîne Şenyaşar: Ez ê li vir bim

  • 14:15 31 Tebax 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar ku çalakiya xwe ya li pêşiya Meclisê didomîne, diyar kir ku heta bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê dike dê çalakiya xwe bidomîne. 
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Emîne Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û yek jî hate girtin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li Meclisê daye destpêkirin di roja 10’emîn de didome. 
 
Emîne got ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û daxwaza xwe ya edaletê dîsa dubare kir. 
 
Emîne bal kişand ser komkujî û pêvajoya piştre û got ku tevî emeliyat bûye jî çalakiya xwe didomîne. Emîne, daxwaza xwe ya hevdîtina bi serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re dubare kir û da zanîn ku heta hevdîtin tê kirin jî dê çalakiya xwe bidomîne. 
 
Emîne, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan û wiha domand: “Zilm li me hate kirin. Zarokên min û hevjînê min qetil kirin. Kurekî min di hucreyê de tê ragirtin. Bila kurê min berdin.” 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît hate serdana Emîne Şenyaşar.